A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Arîşenê Memî - Nazdar
157 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Arîşenê Memî - Nazdar

şêrîn û nazdara dila
Dêm dur ji rengê sorgula
Dibêjim çi.. nabê bila
çi bikim ji te dilberê?
Wa dilbera bejin bala
Li gerdenê cotê xala
Min ji ber ahîn û nala
şox û şepal û serwerê
Serwera her çax û dema
Laleya ber av û çema
Bisk û kezî li rû sema
Lêv xunceyê, gulî zerê
Gulîzera awir xedeng
Reş keziya ser mil û çeng
Êrîşin hev.. bi reng û ceng
Ji rewşa beg û beglerê
Beg û beglera minî can
Ji periya tu wî deylan
Bi derdim ez tu wî derman
Li min zû were mehderê
Mehder bike dilovanê
Ji gulzaran re nîşanê
Bi her hawî xwedî şanê
Binefş û mah û koçerê
Koçera nêv deşt û wara
Qumriya ser şax û dara
Neke xeşmê li me jara
Rizgar ke dil ji keserê
Kesera vîn û evînê
Bi pesnê xwe weke zînê
Dixwazim bighime dînê
Bi rastî bîr û bawerê
Bawer bike naza torîn
Xweşbexte ye yê te bibîn
Eger bidê seda mizgîn
Ne poşmane ku çi herê
Bila herin ser û saman
Ji bo çavê zerya xoban
Bi carek jêr bibê bexşan
Ji bo xoşevî.. fenerê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê