A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Anahîta Şêxo - Peyamek Vekirî Ji Evdî Çaço Re
99 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Anahîta Şêxo - Peyamek Vekirî Ji Evdî Çaço Re

bibûre …
`` tu tiştê nûh li bin tavê de nîne ``
hîn
destarê demê arîşan dihêre
roj şahiyan diçû
hîn
lakîna şevê
bi çiftiya kundan mişt dibe
hîn jiyan
newaleka kork
li tavê dayî digere
û hîn û hîn
ez
xircira janên min
û
ponijandina bê xewiyê
di şevên ne tebitî de
bi kûraniya asa hestên te
em dibilin
mîna
şikeftên deverû dibin ji temarê re
di himbêza zivistaneke hênijî de
yabo
tu xweş dizanî
bi çirisandina arê pêwend
di hûndirê limêjgeha çavê te de
ez vedijîm
lewra
pênc dan her roj şûjdeyî xwedê dibim
û
destên xwe raberî wî dikim
ta rojên temenê min bike êzing
ji bo
berdewamkirina arê laleşa tey pîroz
di vê jiyana gunehbar de
lê bibûre
kirnasê bi dana senahiyê tu nizane
carcara bê hemdî
dikevim rêça sucan de
bê ku ez zanibim di nav şaştiyan de winda dibim
lê tim û tim
ocaxê te min vedigerînê
û
canê min ji carisiyê diparêze
bibûre
`` tu tiştê nûh li bin tava jiyanê de nîne
ji bilî
bîranîn û bêrîkirinê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê