A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Alan Hesen - Rengê Pêxemberan
142 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Alan Hesen - Rengê Pêxemberan

Hat ji wêde teva ban kir
sed maşelle ji wî Xwedayî
ez bi gorî malî ava
çend roja te ew neqş dayî
gelo ji kaniya zemzem
tebaxê nazik av dayî
yan ji rengê pêxembera
xemil li bejnê badayî

Gavê rejîm pir bi nazî
ji heybeta Muhemedayî
wêneya Yûsif di rû de
çav ji seharê Mûsayî
miriyê sala bûne zindî
nerîna awirê îsayî
sîng û ber bi heja rejîm
ewe Meryema Ezrayî

Rengê sor çi li bejnê tê
pora xelek berdaye ser
hêdî hêdî wa ji wir tê
çi xweş badaye ew kemer
por hevirmêşa hûnandî
li nav bêhna misk û ember
ez dîn kirim herdû lêva
ew gerdena bi zêr û gewher

Herdû sîng kevokê sipî
bawer nakin kengî bifirin
li ezmanê azadiyê derd
û keser li min kom kirin
nabin kedî li van desta
nezana ew basko kirin
berfa zozan dibê şerme
rengê wan em talan kirin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê