A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ajder Rûbarî - Her Divêtin Kar
134 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ajder Rûbarî - Her Divêtin Kar

Ger ji xwe re neke kar
çawa derxê koledar
Yê nexwînê dewr û ders
Dibêjine wî teres
Yê nebê birc û sira
Xelk nabêje wî bira
Nerajê şûr û mertal
Kes nabêje wî heval
Neherikîne xwînê
Azadiyê nabîne
Yê neke kar û xebat
Ew nabê xwedî welat
Bi lava û hêviya
Narûne ser kursiya
Miletê kurdê perwer
Me qet nexwestiye şer
Lê rast bêjin pêxember
Helbestên din ên Helbestvanî/ê