Ahmed Muxtar Caf - Dête Giwêm
dête giwêm dengê be soz û şîwen û giryanewe
naleyî dilme le hesret xakî kurdistanewe
lanewazu bêkes û mezlûmin êste qewmî kurd
gahe bedestî turkekan û gah bedest êranewe
îsmî wîcdan û `edalet bê musemmaye û diro
bo siyaset em qise kewtote ser lêwanewe
rasteger îsmî `edalet boçî mindalanî kurd
wêl û sergerdan bisûrênewe beser kêwanewe
hênde hîze bextî kurd bo kuştin û talanîyan
taqimê hatûn be siwarîy huştirî pêpanewe
halî kurd êsta lebeynî turk wêran w`ereb
bêçwe teyre kewtuwete dawî mindalanewe
em qerarî `usbe waxelqî elên bo kurdebê
her qisey rûte wiqseş naçête naw gîrfanewe
emro ba wa bê belam rojê ebê ewladî kurd
dênewe meydan be `îlm û sîn`et û `îrfanewe
newcewananî weten tewhîdeken em mîllete
her le kirmaşan heta wirmê û sine û bokanewe
rêk exen wez`îyetî wan wiczîre serbeser
akrê û zaxo debestin rêk beqed botanewe
xaneqîn û mendelî, xakî luristan yek be yek
wek westa edûrin be balay mentîqey babanewe
leşkirêkî muntezem bo sendinewey heq rêkexen
ciwan û razawe be topî, paşa korey soranewe
*1896.1935 -Helebçe
kurmancî:
Tê guhê min dengek, bi soz û şîn û girîyan
Naleya dilê min e ji hesreta axa Kurdistan
Lanewaz, bêkes û mezlum in niha gelê Kurd
Gah bi destê tirkan û gah bi destê îran
Navê wîjdan û edalet bêmûsema ye û direw
Ji bo siyasetê ye ev gotin, ketiye ser lêvan
Ger rast e navê edalet ? ! çima ciwanên Kurd ?
Wêl û perîşan dimeşin bi ser çiya bi ser kêwan ? !
Hinde hîz e bextê Kurd ! ji bo kuştin û talanên wan
Komelek hatine bi siwarê hûştirên pî pan
Halê Kurd niha di navbera tirk û faris û ereb de
Bêçe teyr e û katiye davên zarokan !
Biriyara "usbe" ku xelkî dibêjin, ji Kurdan re ye
Her gotina pûç e, gotina pûç jî naçe berîkan
Bila îro wiha be, lê rojek tê roleyên Kurdan
Têne meydanê bi zanistê re, karsaz û îrfan
Ciwanên welat, avadikin yekîtiya gel
Her ji Kirmaşanê ta Wirmê, Sine û Bokan
Yekta dikin rewşa Wan û cizîrê ser bi ser
Akirê û Zaxo girêdidin bi bejna botan
Xaneqîn û Mendelî axa Loristanê yek bi yek
Bi hev re didirûn bi bejna warê Baban
Arteşeka hevsaz ji bo standina maf, xwe teyardikin
Şeng û xemlandî, bi topên paşa korê Soran.
Wg: "Qandîl Şeyxbizînî"