A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ahmed Arif - Tutuklu
347 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ahmed Arif - Tutuklu

Di carekî de
Wek gulle lê ketî kerr dibe
Li pêşber bîbikên çavên min
Kerr dibe û
Ji pêşî radibe û rê dide, bajar
Tenê di radyoyan de hewayek xembar
"Li sûka şewitî wey Elezîzê"

Çavên min ne li revê ye
Billehî ne lê ye
Nîn e poşmanîyek min
Dixwazim pal bidim û
Çixareyekî pêxim
Dûkela wê gewherî

Têkçûyî an şermîn im
Lê na, ne herdu jî
Ez feqîrek tu spehî
Dinya têr-hêvî

Ez ewqa ecayîb im ku vê berêvarê
Delala min
Weke birina dehbeyekî
Herdu aliyên min
Du sîx
Du singû

Ji Tirkî: Rênas Xendekî
(Tutuklu: Girtî)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê