A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ahmed Arif - Suskun
484 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ahmed Arif - Suskun

Hiş be, bila kes nebihîse.
Bila nebihîsin, ez ê bimrim ha.
Ez hişyar bûm, di nîvê şevê de
Dûvre baraneke kesk...
Kesk dibare.

Pir dûr, li wê dera bênav û bêxweyî
Li wê stêrka gombûyî seh dikî?
Stradivariusek dinale, xwe bi xwe
Kevan û benişta darê û pira wê kesk.
Dibêje pêşiyê ez bûm û dûvre ez im...
Nemir, spehî û dijwar.
Awaza wê ye a li hemû gerdûnê digere
Li xalîtiyên diyar û nediyar.
Dilê min, mûyên min dipêçe niha
Bi bayê xwe re dilikî...
Kesk dipêçe.

Xewn e, ev êşên me.
Xewn qehra min, xewn zindan.
çawa bûye evqas sal
Serpêhatiya min a bi qasî ristekî...
Nizanin ka me çawa li hev geriya
Nizanin ka me çawa hez kir
Du bêriyên gom
Du parçe dil.
Derizî dilê berhesteyê
Dixurice di hênikahiya keskesoran de
Va çend çax e aveke xeniqiyî...
Kesk dixurice.

Di pêvedirûtinên wê re gulên kesk lê avêtine
Kerr bûne hemû lûle...
Kerr bûye çiya
Kerr bûye derya.
Cîhan di xewek şirîn de
Xew giran
Mar avê tîne ji beytika çêlîk re
Jina sêr, keçeke çavşîn aniye
Singên wê bibereket û hînik...
Kesk didoşe.

Heyv bûm, di nîvê şevê de
Neron, di pirtûkên zarokan de sûretekê kirêt
û Sezar jî, navek e, di nav kavilan de.
Lê heçku kevirê xencerê ye
Qartacaya Mezin!
Te dî, serde jehr avêtibûn
Binêr çawa distîne, mêrxas
Piştî hezaran salan jî
Kesk distîne.

Ji lûtkeya çiyayî lê dide
Siha tazî û
Belek -a başoka min.
Xwe li çûkan nade, kêvroşkan nabe
Lê ew segmasiyên
birçî, har bûn yên ku wî parçe parçe dikirin
Binêr, Tîber rêzdar, kerr.
Binêr, zincîra rêza hengkujan.
Evên ha qeyd û bazbendên
Hêviya ewil a cîhanê, dergistiyê ewil
û gerîllayê ewil, Spartakus in.
Kesk kerr dibe.

Hiş be, bila kes nebihîse,
Bila nebihîsin, ez ê bimrim ha.
Bûme heyv, di nîvê şevê de
Min tu dîtiyî dûvre.
Tu, parçeya zêrîn a parsûyê min
Tu, di nav dinanê te de bêhna sêvê.
Cardin wê kîjan dayik me bîne?

Cana min...
Ristekî dihûnim, haya te jê hebe.
Meyxaneya herî piçûk a sûkan e ev
Porê wê di rûyê min de xwişk, zarokî.
Di bin çermê me de ew mirina bênamûs...
û karê Ehmed cara ewil rast diçe
Cara ewil e bêxenceriya dest-î dost
Kesk digirî.

Ji Tirkî: Rênas Xendekî
(Suskun: Kerr)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê