A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Adil Ebdilrehman - Ji Bîr Nakim
176 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Adil Ebdilrehman - Ji Bîr Nakim

Dayê ji bîrnakim:
Birûsk û êşa piştê
Lêmişt û êzingên deştê
Dayê ji bîrnakim…
Serxewebûna te yî bi oxir
Hey dilbija kêstek û oxir
Dayê ji bîr nakim:
heska meyirê,
berxê çayirê
çira pencerê...
Dayê:
Tu ji bo min esîr bû
Ji bîrnakim şîrê te…
Navê daykê Newroze
Aramanc çemê "Xance"
Heger Heca kevrê pêximber.
Li Mekê ye
Heca dayka min
Du kevrên qimerin,li ber dikê ye
Maç kim destê bi zêr
Maç kim ax û ardê Destêr
Sitêrk û kerneval
hey hewar!
Xizêma bêvilê
Dayka minî keleş
Hey Fenera şeva reş
Ronaya Orkêş û Laleş
Ji bîr nakim:
Herdiwên xurifî
"Sayikis û Bîko"
Di mafê te de kerifîn
Ji bîr nakinDayê
çvên terifî gulên qurifî
Sînorên herifî
Tifa Dayka min û gelê min
Li herdwên xurifî
Dayikim li Betlîsê
Ronakî Luksê
dengê şîreşalê li Hewlêrê
hem li Ormiyê,dara hirmiyê
maka her çiyan
Êlim,Piştkan, Simaq û Cûdî
Dayka kelehan
Arcîş,Finik,Didim û Sefîd
Avî tu Ferat û qêzile
Dicle û Hêzile…
Habîl û Qabîl
Yek şivan û yek cotyar
Kevnan nûya xwar !!
Dayê:
Kurên te
Li çar aliyan
Mamostene
di dadvaniyê de hostene
Bi şûf û hişmetin
Li dor wan qiyamete
Pêlin bi hind û hêlin
Rû geşin
Ava dikin,
Lê dikin ben dîwarên te
Dayê: ocaxa deştê
Buhişta hevrêşkê
destê teyî pîroz
Vedigre penga hevirmêşê
Dihûnî bi teşya aşityê
Tejikê namûsa yekityê
…li serê xwe xin bi kulman
Hilma Dayka xwe bikin
Li ser car û li ber tilman
Me tobeye …me tobeye…
Her dem Li ber destê te ye
Li ser pela zîwanê,
Sêpî û meşka li hêwanê
Li sr hîzê rûn û Histûn
Min navê te daniye Beybûn…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê