A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Adar Jiyan - Vejîn
279 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Adar Jiyan - Vejîn

ji mêjuya serdemên sincirî
dinisilîn demsalên spîsar
û di nîrekî bêxêr de
nêrînên nêrmo diherikîn
nava dilê rûzemîna bêwar
çarenûsa bêxêr
xwe dida tenîşta bêbextiya bêar
û nola siwarê hespekî bêhevsar
bi çargav
dida ser riya rêwîtiya bêoxir
û li eniya erdnîgariya çarnav
dibû mêvan
bêşermiyê kon vegirtibû
li şevên mazûbaniya bêmal
û şirîkên zewaca bêdil
dibin asîmanê bêtav de
bi bêhêviyên stewr re temen afis
dibû
û di rojên qemer de
diwelidîn zarokên bênav

di wexteke bêbext de
ji dayik dibûn
miriyên bê meyt
qîrîn diqurimîn
di himbêza giriyên bêdê de
û şahî dicûtin
hinavên bêcan
mirin aş dibûn
li nik êvarên bêhawar
û di newalên kûr de winda dibûn
nalînên bêhal

di pêsêra keserên bêhnteng de
olan didan sewtên lal
kîn dilebikîn
kerb dikeribîn
axîn dixeniqîn
di nav kenên bêrû de
û di asoyên teng de asê dibûn
axînên dayikên bê zar

di tarîya şevên bêşeveq de di-aliqîn
xeyalên bênîgar
û xewên bê xewn
ji keçanî dixistin
awirên bêçav
kêf û şahiyên bêken
di bêzeyiya malbavaniyê de
dibûn xopan
şîn mexel dihatin li guherên bêdil

û zêmar diniqutin
ji çavên bêkil
reş dixemilîn bûkaniyên dest bi xwîn
diçilmisîn biharên bêmirad
tî mabûn kehniyên jînê
û çem dimiçîqîn
ji tîna cendekên bêkiras

demek hat
çûn ava esrên bêtav
û ji nûv de hilatin hêviyên ciwan
firoke bûn
naşiyên bênîşan
nola firîşteyên bêzayend
û bê war
li hember bêşîrîtî û bêşîretiyên şerûd
û ji inta wezreyên bêwerz re
gurz bi gurz vedijiyan
û zo bi zo dibişkuvîn
diperisîn ro bi ro
ferşik bi ferşik diqelaştin
zikê bişavkeriya bêşeref
û şane bi şane
difeşikandin
mêjiyê mêjûya bêar

li pişt heft deriyên bêmifte
di kuna bizmikên bêziman de
ji sê darikên bêniftik
û bi çar canên neftkirî
çar ciwanên çeleng
çar çar li xwe pêçan
û xwe li çar canan
li nav çar dîwaran
ji çar dengan
bûn çar qîrîn
bi çar hawaran
giyan dan vînê
jîn vejiyandin
li dar xistin sêpêkên bêdar
û dardekirin temenê dîroka kal
Helbestên din ên Helbestvanî/ê