A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Abbasî Heqîqî - Dilim Matî
130 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Abbasî Heqîqî - Dilim Matî

Dilim matî xemî hîcranî toye
nexoşî derdî bê dermanî toye

ewa `umrêke çawim, çawekanim
xerîkî şîwen û hîcranî toye

Birînim karîye cergim birawe
ewîş karî bro û mujganî toye

dilî birdim nîgay çawî xomarit
yekew gîrawî dûmestanî toye

be qanûn hurmetî mîwanî ferze
merencêne dilim, mîwanî toye

tewafî xalî to bo min helale
dilim fîdaye û serim qurbanî toye

qiyamî qame tit qamî qiyamet
terazûy çawe kem mîzanî toye

hewalî rojî mehşer ger deprisî
xeber destî min û damanî toye

eger peymanekey de sitt şikandim
dilim meşkêne hawpeymanî toye

eto sûçit nebû çawit minî kuşt
mefermû çawe kem tawanî toye

be îmanim heta mirdin "heqîqî"
Be hîway dîtinî çawî ciwanî toye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê