A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
A. Bedir - Xençera Nas: Li Xanê... Xana Xwînê...
149 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

A. Bedir - Xençera Nas: Li Xanê... Xana Xwînê...

1
Bi salixê salixdaran, wextekî, xencerek ketibû qedera jinekê. Navê jinikê Binevşî, Narîn, nazik, mîna kulîlka devê çêm. Roj hat, dil ji hêlûnê rabû, bi firê ket. Bi firê ket çû li ser dirriyekî danî. Dirrî, koka xwe berdabû dil û hinavê Cembelî. Cembeli birîndar bû. (Xençer di qederê de ma. Ma… Ma… Ma û zeng girt, dem bihurî, Cembelî…)

Xençera nas:
Li xanê… xana xwînê… Mêrekî bêhna jinekî hilda.
Cembelî li bilûrê xistibû. Dengê bilûrê ketibû nava xanê. Dengê bilûrê bibû zengil. Zengileke kûvî… Zinge zinga xemê xistibû di nav kevirên xanê.
Kevir, hatibûn li ser zimanê ax û zara xem. Binevş, Neçar… Xwe ber bi deng girtibû.
Sêra xemê, tîr bi tîr li Binevşê dabû, binevşê bask li xwe
şikênandibû û çûbû.
Di nav kirasê xewneke sermest li ber Cembelî çok vedabû. (Cembelî xerîb e. Ne nas e. Kal e. Rûyê wî di nav pêçeka xerîbiyê de…
Di nav dirûvekî xerib de ye.) Binevşê wî, wî Binevş nasnekir.
Bêhna nas, kirasê xemê li wî kir.

2
Bêhna Binevşê mîna merekî xwe berda, kişiya, çû, kete pozê cembelî.
Cembelî bêhn hilda, nas kir, sermest bû, dile wî mîna dendikekî binerd terk da,
derizî, çîl da, aj da.
(Cembelî qijik be! Kirasê xemê lêbû. Hêsirên sor ketne çevê wî.) Cembelî Binevş hemêz kir. Bû kon, li ser binevşê vegirt.
Binevşê, ew nas nekir, xençera li ber Cembelî de kişand; xençer, bû firşikê xwînê,
li wir xwîna Cembelî mayand. Awirên mirinê kete çevên Cembelî. Awirên şînê ketine çevên Binevşê.
Awir, li awiran rast bûn, bûne kirasê zariniyê. Xemê, xwe li dilê wan pêça.

3
Xençera nas…
Binevşê:
Min zendê zer banedan; min, kon, mîna dilê xwe venegirt û min, mîrê dilê xwe tê de ranezand. Min, mîha serberanî serjê nekir; kavirê li ser mexelê hogeçan û min neda li ser birinc.
Ez, bi şev ranebûm, min, orxan neavêt li ser mîrê xwe. Min kezî jê re nexist kember,
min serî lê neşûşt bi ava vî çiyayî, vî zozanî. Min kila çevê xwe nexist xetan ji simbêla wî.
Min tasek şîr neda li ser kuçik, min şekirê paşika xwe li tev nekir. Min miraz li vê êlê nedît.
Ez bûm hevalê vê gûlikê, vê qijikê.

*Xemzêm, Weşanên J&J, r: 63, 2016
**Bi destûra helbestvanî ye.