A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
A. Bedir - Sîha Xençerê
270 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

A. Bedir - Sîha Xençerê

ji bo diya min Axbegê…
wê, ev çîrok, piçûktayî jimin re digot.
çevên xwe yên hêşîn ji xemê vedişart,
dilê xwe jî disparte xemê û ji min re digot:


1
Ew şev kurr hate malê. Bi dizîkava, ji xerîbiyê… Hat, kete paşika jina xwe.
Diya wî radizê. Li ber renaya tavehîvê, Ew û Jinik ketin xewa dilê
şirîn.
Kur razabû di paşika jina xwe de.

Bûk, bibû pêçeka Memê. Mê, bû barê nêr; nêr, bû şîr û dergûşa mê!
Dê radiza. Xewa xwînê ketibû çevê wê. Serê wê li ser belgiyê pepûkê…
Li ser belgiye wê, nemûşê xencerekî…
Nexşê xencerê li diwêr da, li diwar de xencer darda bû. Spîya dîwar, welgeriya li ser sor. Dîwar sor bû.
Xençer hate li ser germa xwînê.

2
Bû sibe, deriyê erdê ji çevan re vebû. Dê hişyarbû. Çû tesela bûkê. Di nivînê bûkê de sîha mêrêkî... ‘Mêr kê ye?’
Sêra kurkuştinê kete çevên Dê, li ser xencerê. Xencerê go: Mêr xerîb e.
(Xençer, ji kiras derket. Xençer sor bû, Memê sipî bû. Wek biska sipî…)
Bûk hate li ser rengê mêrê xwe. Çevê dê, çevê bûkê, çevê kur li hev nihêrîn.
Xwîn li doşekê asê bû. Doşek sor bû.

3
Dê qêriya:
/ Dê kur kuşt; mala Dê, hêlûna pepûkê... /
li ser zimanê dê, ‘Memê, siyarê hespê boz e, li wir ‘meydan xistiye toz’ e.
dê xewê de…
( Dê qijik be! pepûk be! por lê kur, xwarin lê qajika jehrê be, destê wê bişkê. bişkê... necebire! necebirî! )
dê sibe zû rabû, pêşiya pepûkê hişyar bû. ( bi kêrê li bûkê tesele kir. bi xencerê…
dê, dest bi xençer bû, liser zimanê pepûkê bû... )
dê nas nekir kur. çevê dê, bi nifira qijikê hate girêdan. ( got û zariya: af û nifirên qijikê li pey min in. )
per û baskên pepûkê li xwe ve danî dê. firî bi per û baskên nifiran.

4-
/ew şev, wê, kêr xiste berdêla xwînê.
şe xiste dexesê por, çev, li kilan bû sitar,
neynik, bû hedad li ser sûretê wê, hine, bû hibra pêçiyan.
sê caran pepûkê gazî kir:

kezîkur!
kezîkur!
kezîkur!/
/Îbrahîm, kurr kuşt bi kêra esmanî./
/ beran xemilîn, bi nexşa esmanî. /
sê caran, devên kêran dispartin kelamekî: ‘yê li ber hîm!’
xwîn, hibra kujeran bû.
yê îman/ê bispêre devê kêrê, yê kêrê bispêre hibra xwînê./
zivirî gevez, zivirî li ser sûretê hibrê, hibra li ber hîm:
xwîna Smayîl, şîrê Serayê!
dexes bû Sera, avis bû xezal. Îbrahîm, xezal dot!
(sê cara kêrê xwe siparte gevez.
-li esmîn, beran zivirî ser mexelê hogeç.- ) kêr kete kirasê îmanê!
kêrê, remla beran danî!/

*Xemzêm, Weşanên J&J, r: 47, 2016
**Bi destûra helbestvanî ye.