A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
A. Bedir - Li Warên Firaran
388 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

A. Bedir - Li Warên Firaran

1
xemên şêh… û
belgên çûrr li ser kirasê payîzê. û
kilên kujer, li çevên neyaran…
( kilên li awirê kujer, li dora çevên neyaran…) û
porşêrtîn in zarrên li ber sungiyan. û
li çevan, kilên xemên şêh…

(li dora çevan, (xeta) kil, rêya kadiz…
li dora çevan, kilên şêh… kilên xemê, xemên şêh…)

qeda payîzeke şêh li me hat. nifirên şêh li pey me bûn. nifir, li ser belgên peyîzê nivîsî, çûrr nivîsî..
- me li ser belgên şêh de xwend, nifirên basko, pepûkên remildar in.

2
û
li wê zomê, (qirşek kêm bû )ji hêlûna pepûkê…
/qirşek ji hêlûnê kêm bû. qirşek, bû stûna nifiran.
tewna kon, dilê jinekî de, bi axîniyê lidardiket. di dile jinekê de demsal, payîz bû!*
xem, di dil de şêhên orxe bûn. pel zêrrîn bûn, nifir kej...

3
Zîlan…
di nav perên vê çîrokê de, li deşta zozanî,
bi miradê qewma destşikestî, sîya keriyek pez dikeve ser êlê.
hedad, li moriyan digerin li ser tirbên siyaran. siyarên hespkuj…
/ka were zoma jêrîn, li nav berxvanan,
li ber gurê benda kozê, pêjeka li ber avê,
pûşê li ber bayê,
bûye zengil ji stûyê payîzê re.
lê, tu bi şev mezin dibî. (mezin dibî dergûşê!) li zoma jêrê, nalê hespekî ketibû.
li ser nal,
rûyê danzdeh êlî, danzdeh zozanî…

4
jinekî zarra xwe bi laçika xwe kefen kir. kêr zivirî, zendên hedad jêkir.
ba, bû fesad li navbera payîz û zivistanê de. ketibû kincan ew kêvroşka serê çilan.

5
payîzeke di nav pêçeka serê çilan de, li êla jorê, li Zîlana jêrîn, li devê çemê Hesen Evdalê, li ser wan miriyan, di nav qare qara zarr û zêçan,
xuşe xuşa çêm, ewte ewta sa, xişiniya ewr û esman,
di nav bêna xwînê, jinekî çok da erdê ça ku biwelide, nifir kir; (bi heft zimanê xemê, wextê bi zimanê pepûkê nifir kir,
wextê çem hate zimên, xaliya erd û esman hate ziman, pepûk, bi xwîn hate ziman!)

6
ax: ez, pêçeka zarran,
ez, xaliya li ser rûyê Zîlanê.
bira xwîna Kurmanc li min heram be, ez ê êdî venexwim wê xwînê!
çem: ez bi wezna xwînê kişiyam.
Xwîn:
(xwînê xwe sipart kelam, xwe pêça bi per û baskê zimên û got: ez bûm deriye xemê. min, xem bi rengê xwe xemiland!)
(xwîn kumêyt e!
ew, hibra qesês, xema gevezkumêyt…)
ez, ew peyva wehş, li ser zimanê Kabîl. ez, xizêma pozê gakûviyan,
ez, xofa kumêyt…

7
(êlekî, li ber warê firaran danîbû. li wir, li devê çêm, ji deh konan zêdetir…
li Gelî revîbûn.
nîvê elê li wir miribûn, li wîr mabûn.
mêr li wir, hesp li wir, zara pêçekê li wir, ûrt û ocax l

8
Jinek li wir raza, bi kêra şivanî navika zarrê birrî. Xwîna li ser kêrê,
bi laçika xwe paqij kir. Devê kêrê girt. Pêsîra xwe avête devê zarê. Zarr firş kir.
Ewê, ew zarr qundax kir, di nava bêhna şîr de pêça. Nav lêkir. Navê zarrê danî Zîlan.

*Xemzêm, Weşanên J&J, r: 104, 2016
**Bi destûra helbestvanî ye.